Îsraîlê êrîşeke hewayî li dijî Lubnanê pêk anî

Îsraîlê êrîşeke hewayî li dijî Lubnanê pêk anî

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma Dahiyeyê ya li nêzî paytexta Lubnanê Beyrûtê êrîşeke hewayî pêk aniye.

Di êrîşê de endamekî Hîzbullahê ku "tehdîdeke rasterast û yekser" xwaribû kir hedef. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşê de herî kêm 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Tevî peymana agirbestê jî, artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Lubnanê didomîne, vê carê herêma Dahiye ya li nêzî paytext Beyrûtê hedef girt.

Di daxuyaniyekê de, Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (HSD) ragihand ku di çarçoveya operasyona ku bi piştgiriya saziya îstixbarata navxweyî ya Şîn-Betê hat lidarxistin de, li dijî avahiyeke ku endamekî Hizbullahê tê de ye, êrîşeke hewayî hatiye kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşê endamekî Hizbullah kir armanc ku vê dawîyê ferman dabû çekdarên Hamasê û alîkarîya plankirina êrîşeke girîng li dijî sîvîlên Îsraîlî kiribû," û anî ziman ku kesê armanckirî "tehdîdeke rasterast û yekser bû".

Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê û Şîn Bet "ji bo ji holê rakirina hemû tehdîdên li ser welatiyên Îsraîlê wê xebatên xwe bidomînin." Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşê de herî kêm 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn. Demên tirsnak ên piştî êrîşê ku herêmek niştecîh a qelebalix hedef girt, di kamerayên amator de hatin kişandin.

 
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.