Îsraîlê li dijî Sûriyeyê êrîşa hewayî pêk anî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê li dijî Şama paytexta Sûriyeyê êrîşa hewayî pêk anî.
Medyaya Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrîşeke esmanî bir ser bajarokê El Kisva yê paytexta Şamê.
Di êrîşê de ziyanên canî û madî nehatin zanîn, hat îdiakirin ku baregeheke leşkerî hatiye hedefgirtin.
Doh jî Îsraîlê li Şam, Hama û Humsê 5 xalên cuda bombebaran kiribû û di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest dabûn.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku di êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li ser gelek xalên Xezzeyê yên di nava rojê de (03.04.2025) de hejmara kesên canê xwe ji dest dan derket 112an.





