Wezareta Parastinê ya Tirk: Li Azerbaycanê bi Îsraîlê re hevdîtin tên kirin

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku li Azerbaycanê di navbera Tirkiye û Îsraîlê da hevdîtinên teknîkî hatin kirin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got,
“Duh li Azerbaycanê yekemîn civîna teknîkî derbarê avakirina mekanîzmaya kêmkirina rageşiyê ji bo pêşîgirtina li bûyerên nexwestî yên li Sûriyeyê hat lidarxistin.”
Di daxuyaniyê de ev gotinên jêrîn hatin bikaranîn:
“Berdewamiya Îsraîlê ya li ser xebatên nîştecihkirina neqanûnî li Şerîeya Rojava û nesekinîna êrîşên li ser welatên herêmê, zirarê dide aramî û aştiya herêma me.
Îsraîl ku êrîşên xwe yên provokatîf ên ji bo zerarê bide yekparçeyiya axa Sûriyeyê û têkbirina ewlekarî û aramiya wê didomîne, divê demildest dawî li vê yekê bîne.
Ji bo pêkanîna ewlehiya herêmê divê Îsraîl dev ji helwêsta xwe ya berfireh û dagîrker berde û civaka navneteweyî jî berpirsiyariya nehiştina vê bêhiqûqiyê bigire ser milê xwe.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.(Tirkiye-Îsraîl) Duh li Azerbaycanê yekemîn civîna teknîkî derbarê avakirina mekanîzmaya kêmkirina rageşiyê ya ji bo pêşîgirtina li bûyerên nexwestî yên li Sûriyeyê hat lidarxistin.”





