Trump: Em amade ne hêza leşkerî li dijî Îranê bi kar bînin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, eger pêwîst bike Amerîka amade ye hêza leşkerî li dijî Îranê bi kar bîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir: “Em rê nadin Îranê bibe xwedî çekên atomî û eger rêkeftin pêk neyê, vebijarka leşkerî ya dijî Îranê jî li ser maseyê ye.”
Serokê Amerîkayê diyar kir, heger Îran rêkeftinê red bike, wê demê Îsraîl jî wê beşdar bibe di operasyona leşkerî ya li dijî Îranê de û diyar kir,
“Îsraîl birêveberiya êrîşên leşkerî li ser Îranê dê bike û eger Tehran dest ji bernameya xwe ya atomî bernede dê ew yek pêk bê.’’
Roja sêşemê Kanal 12 ya Îsraîlê ragihandibû ku “Erka Îsraîlê niha ew e ku hewl bide bandor li ser rêkeftina atomî bike ku di berjewendiya wê de ye û berjewendiyên wê neyên piştguh kirin.”
Di hevdîtina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahû ya li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump, Trump daxwaz ji Tehranê kir ku bi rêya danûstandinan bigehin rêkeftinê ku bendewarî hene ew hevdîtin li Umanê bi rê ve biçin û got, eger danûstandin ne serkeftî bin, wê demê li gor min dê ew bibe rojeke pir xirab ji bo Îranê.”
Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.




