Jina xwe, keça xwe û paşî xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Adanayê li navça Çukurovayê li taxa Torosê kesê bi navê Eyup Verimli bi sedemeka ku nehat zanîn, pêşî jina xwe Merve û keça xwe Elif bi demançê kuşt. Piştî wan kuşt vê carê bi demançê xwe kuşt. Hat ragihandin ku kurê malê ji malê reviyaye û ji kuştinê rizgar bûye.
Cîranên malbatê dema bûyerê dibihîzin xeberê didin polîs û tîmên 112an. Tîm, dema dikevin nav xanî dibînin ku her sê kes jî can dane.
Lêkolîn û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.




