Keştiya Amerîka ya balafirên bombardimanê li nêzî Îranê hate bicihkirin

Keştiya Amerîka ya balafirên bombardimanê li nêzî Îranê hate bicihkirin

PeyamaKurd- Keştiya balafiran a USS Carl Vinson a Amerîkî li nêzî Îranê hate bicihkirin û ji ezmanan wêneyên wê hatin belavkirin ku li gorî texmînan Pentagon amadekariya pevçûnên muhtemel li herêmê dike.

Wêneyekî nû yê peykê eşkere kir ku keştiya balafiran a bi navê USS Carl Vinson a Amerîkayê li nêzî Îranê li Deryaya Ereb hatiye bicihkirin.

Ev bicihkirin nîşan dide ku Amerîka hebûna xwe ya deryayî li herêmê didomîne û tevî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de jî ji bo pevçûnên muhtemel amade ye.

Keştiya balafiran, di qada berpirsiyariya CENTCOMê de çalakî dimeşandin û peyka ku wêneyê USS Carl Vinsonê li nêzî Îranê girtiye, ji aliyê analîstê îstixbaratê MT Anderson ve hat tesbîtkirin.

Du muhribên ji cureyê Arleigh Burke parastina keştiya balafiran dikin.

Li gorî nûvekirina sîstema şopandina fîlo û deryayê ya ku ji aliyê Enstîtuya Hêzên Deryayî ya Amerîkayê ve hatiye weşandin, keştiya balafiran a USS Carl Vinson, li gel Fîloya Hewayî ya 2yemîn, li Deryaya Ereb operasyonan dimeşîne.

Li gorî Pentagonê, keştî şeş roj piştî wê yekê hat dîtin ku Amerîka bi balafirên xwe yên bombebaranê yên B-2 li sê tesîsên mezin ên nukleerî yên Îranê, ango Fordo, Netenz û Îsfehanê xistibû.

Di rojên borî de, Pentagonê daxwaza xwe ya budceya parastinê ya bi bihayê 961,6 milyar dolarî ragihand.

Her wiha planên xwe yên ji bo avakirina 19 keştiyên nû ji bo Hêzên Deryayî yên Amerîka û başkirina kargehên keştiyan ên nukleer eşkere kiribûn.

 

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.