Kurtulmuş û DEM Partî civiyan: Komîsyon tê avakirin

PeyamaKurd- Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, piştî serdana DEM Partiyê ragihand, piştî banga Abdullah Ocalan û biryara bidawîanîna şerê çekdarî ya PKKyê rewş gihiştiye wê qonaxê ku ew êdî dikarin li Parlamentoyê li ser mijarê biaxivin.
Kurtulmuş, îro 2yê Hezîranê di çarçoveya serdana partiyên siyasî de li Parlamentoya Tirkiyeyê çû serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê re civiya.
Kurtulmuş ji aliyê Hevserokên Giştî û Wekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ve hat pêşwazîkirin. Di şanda Kurtulmuş de jî Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, Wekîla Koma AK Partiyê Leyla Şahîn Usta amadehî kirin.
Piştî hevdîtinên Kurtulmuş û Hatimogullari daxuyanî dan.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê wiha axivî: “Bi taybetî di rojên pêş û heyama nû de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, dabînkirina aştiya li Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê dê erk û berpirsyariya Parlamentoyê çi be, em bi hev re li ser vê yekê bi hûrgilî axivîn.
Em hêvî dikin di rojên pêş de wekî ku birêz Bahçelî anî ziman, di bin banê Parlamentoyê de ji bo ku sûdê bigihîne vê pêvajoyê komîsyonek bê avakirin û îro serok jî ji me re got, dê komîsyon bê avakirin.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê jî got: “Şikir ji Xwedê re piştî banga Îmraliyê û biryara danîna çekan a PKKê rewş gihîştiye wê qonaxê ku mirov êdî dikare li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser vê mijarê biaxive. Li vê derê divê hemû partiyên siyasî ji bo ku pêvajo demildest biçe serî û li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê bike bi helwêsteke erênî vê derfeta dîrokî bi awayekî herî baş bi kar bînin.
Ez hêvî dikim komîsyona ku di rojên pêş de li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin bi awayekî herî sûdmend bixebite. Em dê ji bo avakirina komîsyonê û awayê karkirinê bi hûrgilî amadekariyan bikin.”
Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.




