Lee Jae-myung bû serokkomarê Kore ya Başûr

PeyamaKurd – Piştî serokomarê berê yê Kore ya Başûr Yoon Suk Yeol ji ser kar hat girtin, bo serokkomariya Kore ya Başûr hilbijartin çêbû û li gor encamên nefermî, serokê partiya muxalif yê Partiya Demokrat Lee Jae-myung hilbijartinê qezenc kir.
Lee Jae-myung % 48,90ê dengan sitend û ket pêşiya namzedê partiya desthilat Kim Moon-soo. Li gor rêjeyên Korê; 44 milyon hilbijêrên Kore hene û ji sindoqan %95,11ên wan vebûne û reyên wan hatine jimartin.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




