Li Myanmarê erdhejên li pey hev çêbûn

PeyamaKurd – Li gorî daneyên Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) du erdhejên mezin ên bi mezinahiya 7,7 û 6,4an li Myanmarê li pey hev rû dane.
Erdhej li Tayland, Çîn û gelek deverên herêmê bi tundî hat hîskirin.
USGSê ragihand ku erdheja ewil li gor saeta hereme di saet 12:50an da 10 kilometro di bin erdê de 16 kilometre li bakure rojavayê Sagaing a Myanmareyê çebû.
Hat ragihandin ku piştî erdheja ewilî gelek erdhej çêbûne.
Navenda Tora Erdhejê ya Çînê (CENC) ragihand ku mezinahiya erdhejê 7,9 e.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Xinhuayê, bandora erdhejê li parêzgeha Yunnanê jî hat hîskirin.
CENCê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku gelê herêmê erdhejên dijwar his kirine.
Ajansa nûçeyan a Fransî AFPê ragihand ku ji paytexta Myanmar, Naypyidaw, rê hilweşiyane û perçeyên tavan ji avahiyan dikevin.
Hat ragihandin ku li bajêr panîkeke mezin heye.
Erdhej li Taylanda cîran jî bû sedema panîkê.
Li paytext Bangkokê xelk ji tirsa derketina ji avahiyên bilind bûn, şahidên bûyerê jî ragihandin ku hin hewz ji avê tije bûne û avahî bi tundî lerizîne.
Rayedaran der barê erdhejên îhtîmal ên li herêmê da hişyarî da û hat ragihandin ku xebatên tesbîtkirina zirarê dewam dikin.
Derbarê kuştî û birîndaran de heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.