Li navça Zîle ya bajarê Tokatê 4 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Tokatê li navça Zîle malbata ku diçû festîwala Kolköy a Almusê qeza kir û ji heman malbatê 4 kes mirin. Di qezayê de zarokekî 3 salî giran birîndar bû. Cenazên her 4 kesan di goristana gund ee hatine definkirin.
Qeza bi lihevketina du otomobîlan de çêbû. Ajotvan Emrah Çelik, hevjîna wî Şeyma Nur Çelik, bebeka bi navê Elanur Çelik ya 2 mehî û Döndü Polat a ku di otomobîlê de bû, can dan. Bebeka 3 salî ya bi navê E. Çelik û ajotvanê otomobîla dinê Ö.S. giran birîndar bûn.
Bi sedema cenazeyên qezayê, festîwala ku dê bihata kirin betal kirin.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




