Muzakereyên bazirganî yên navbera Çînê û DYAyê li Stockholmê destpêkirin

Muzakereyên bazirganî yên navbera Çînê û DYAyê li Stockholmê destpêkirin

PeyamaKurd – Hevdîtinên bazirganî yên navbera Çînê û DYAyê li payîtexta Îsveçê li Stockholmê dewam dikin. Di hevdîtinan de li ser dirêjkirina wextê tarîfên baca gumrikê û mijarên din yên bazirganî hene.

Li gor çapemeniya DYAyê; wê hevdîtinên her dû dewletan 2 roj dewam bikin. Di hevdîtinan de heyetên her du welatan heyeta DYAyê bi serpereştiya wezîrê xezînê yê Amerîkayê Scott Bessent û serpereştiya heyeta Çînê cîgirê serokwezîrê Çînê yê ji aboriyê berpirs ve Çin Hı Lifıng dike.

Di hevdîtinê de di rojeva wan de dirêjkirina agirbesa tarîfeyan, tarîfeyên karê qaçax yê fentanilê û petrola Îranê û Rûsyayê heye ku di bin givaşên DYA û YEyê de ne.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.