Nagehan Alçi: Devlet Bahçelî bi telefonê li Demîrtaş geriya

Nagehan Alçi: Devlet Bahçelî bi telefonê li Demîrtaş geriya

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî telefonî Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye kiriye.

Nivîskara rojnameya Haberturkê Nagehan Alçî di weşana televîzyona Haberturkê de ragihand ku Devlet Bahçelî doh bi telefonê bi Selahattin Demirtaşê ku li Girtîgeha Edîrneyê ye geriyaye.

Nagehan Alçi got, "Agahiyên ku min girtin ev e ku birêz Bahçelî bi telefonê bi Selahattin Demirtaş re axiviye û li ser vê yekê axaftinek hatiye kirin ku ew ji piştgiriya ku daye kêfxweş bûye."

Buroya Çapemeniyê ya Partiya DEMê got, “Agahiyeke wiha di destê me de tune. Em nikarin piştrast bikin."

Selahattin Demirtaş li ser banga Abdullah Ocalan a ji bo PKK çekan deyne û rêxistinê hilweşîne gotarek nivîsandibû. Demirtaş gotibû, "Erdogan, Bahçelî û Ocalan... Xwedê temenekî dirêj û saxlem bide wan, lê ez ê bi hemû hêza xwe hewl bidim ku ev her sê rêberên ku di qonaxên dawîn ên jiyana xwe de ji bo aştiya Rojhilata Navîn û aştiya dîrokî ya Kurd-Tirk însiyatîfa xwe dane destpêkirin, bi ser bikevin."

Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî piştî hevdîtina bi Ocalan re bi telefonê lê geriyaye.

Bakirhan got, “Birêz Ocalan girîngiyê dide berteka 1ê Cotmehê û wê pir bi qîmet dibîne. Ji bo wê jî demek taybet veqetand. Wî got ku birêz Bahçelî tam piştî vê bangê dikare rola xwe bilîze. Piştî weşana zindî Bahçelî li min geriya. Wî pîroz kir û got, 'Rehet bin, em ê bi hev re vî welatî demokratîk bikin. Ji bo demokrasiyê çi pêwîst be em ê bikin. Ez li cihê ku lê radiwestim im.’ Herwiha got, ji bo demokrasiyê çi pêwîst be ez amade me bikim.

 
 
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.