NATOyê hişyarî da Rûsyayê

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte beriya Civîna Bilind a NATOyê ya ku wê dawiya mehê li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bê lidarxistin, li Îngilîstanê hevdîtin pêk anî. Rutte bi Serokwezîrê Îngilîstanê Keîr Starmer re li 10 Downing Street ku avahiya serokwezîrtiyê ya li paytext Londonê ye re hevdîtin kir û piştre li navenda ramanê ya Îngilîstanê Chatham House axaftinek kir.
"Rûsya dikare di 5 salan de li dijî NATOyê hêza leşkerî bikar bîne"
Rutte da zanîn ku bi êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê re şer vegeriya Ewropayê û Rûsya bi Çîn, Koreya Bakur û Îranê re şer leztir dike û got, "Rûsya bi teknolojiya Çînê hêzên xwe ji nû ve ava dike û ji texmîna me zûtir çekan çêdike. 1500 tanq, 3000 wesayitên zirxî û 200 moşekên Îskender tenê di nava 5 salan de dikarin xwe bi kar bînin.





