Parlamenterê AK Partiyê: Îmraliyê berpirsyariyeke mezin girt ser xwe

Parlamenterê AK Partiyê: Îmraliyê berpirsyariyeke mezin girt ser xwe

PeyamaKurd – Şandên DEM Partî û MHPê cara yekem di cejnê de serdana hev kirin û herwiha piştî deh salan AK Partî û DEM Partiyê jî bi rêya şandên parlamentoyê cejna hev pîroz kirin.

Şanda AK Partiyê îro 31ê Adarê di çarçoveya pîrozbahiya Cejna Remezanê de, piştî 10 salan ji bo cejnê çû serdana DEM Partiyê.

Parlamenterê AK Partiyê yê Semsûrê Resul Kurt, endama MKYKyê ya Saziya Jinan a Navenda Giştî Saniye Enfiyeci û endamê MKYKyê yê Saziya Ciwanan Muhammed Abdulkadir Kadirioğlu serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kirin.

Heyeta AK Partiyê ji aliyê Alîkarên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan û Yuksel Mutlu û Parlamenterê Bedlîsê Huseyin Olan ve hat pêşwazîkirin.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Yuksel Mutlu diyar kir ku ew hêvî dikin di cejnan de dayik negirîn û xemgîn nebin.

Parlamenterê AK Partiyê yê Semsûrê Resul Kurt jî got: “Ji bo ku em bigihîjin rewşeke aram, him Serokê MHPyê him jî Serokkomarê me helwesteke mezin nîşan da. Îmraliyê berpirsyariyeke mezin girt ser xwe û bang kir. Divê ev bang di civakê de bersiv bibîne, divê êdî di vê demê de ne çek, lê aştî, dostanî û kulîlk bên axaftin, divê were misogerkirin ku mirov bi aramî herin kar û bar û karûbarên xwe. Ez hêvî dikim ku ev pêvajo di demeke kurt de bê temamkirin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyin Olan bal kişand ser ku ji bo siyaseta demokratîk pêk were berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê desthilatê û MHPê û wiha axivî: "Ez bawer im di wê xalê de hûn jî di warê avakirina şert û mercên 85 milyon mirovên ku ji vê pêvajoya heyî bandor digirin da ku bi hev re aramtir, bi refahtir û bi awayekî wekhev bijîn, hessasiyeta we heye. Hûn ji rewşê agahdar in, divê hûn kar û xebatên piştî vê jî bi wî rengî bi rê ve bibin. Wek ku min berê jî rave kir, berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê we. Em jî helbet wekî mixalefet dê hewl bidin tiştê ji destê me tê bikin."

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.