Peymana dîrokî ya "avê" di navbera Bexda û Enqereyê de hat îmzekirin

Peymana dîrokî ya "avê" di navbera Bexda û Enqereyê de hat îmzekirin

PeyamaKurd - Enqere û Bexdayê "Mekanîzmaya Fînansekirina Projeyan di bin Peymana Çarçoveyî ya Hevkariya di Sektora Avê de di navbera Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û Hikûmeta Komara Iraqê de" îmze kirin.


Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di serdana xwe ya roja Yekşemê, 2ê Mijdara 2025an de ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê, Wezîr Fîdan û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Karên Derve Fuad Huseyîn "Mekanîzmaya Fînansekirina Projeyan di bin Peymana Çarçoveyî ya Hevkariya di Sektora Avê de di navbera Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û Hikûmeta Komara Iraqê de" îmze kirin.

Li gorî rayedaran, ev mekanîzma ku behsa wê tê kirin, rêziknameyên ji bo misogerkirina pêkanîna pratîkî ya "Peymana Çarçoveyî ya Hevkariya di Sektora Avê de" ku di serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Bexdayê de di sala 2024an de îmze kiribû, dihewîne.

Ev mekanîzma projeyên ku ji hêla şîrketên Tirkiyeyê ve di çarçoveya modernîzasyon û avakirina binesaziyê de werin kirin, bi armanca karanîna bi bandor, bikêrhatî û domdar a çavkaniyên avê yên Iraqê bi rêya pergalek li ser firotina petrolê ji Iraqê, fînanse dike.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.