Serlêdana Partiya DEMê hat qebûlkirin: '2 nav' diçin Îmraliyê

Serlêdana Partiya DEMê hat qebûlkirin: '2 nav' diçin Îmraliyê

PeyamaKurd – Serlêdana Partiya DEMê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re rastî bersiveke erênî hat. Hat îdiakirin ku heyeta ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk tê wê îro an sibê biçe Îmraliyê û bi Ocalan re têkiliyê deynin.

Hat îdiakirin ku serlêdana Partiya DEMê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê hate qebûlkirin û wê di demeke kin de wekîlên partiyê bi Ocalan re têkevin têkiliyê.

Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, li ser banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya ji bo danîna pêwendiyê di navbera DEM û Abdullah Ocalan de, serlêdana fermî ya Partiya DEMê bi erênî hat pêşwazîkirin. Heyeta ku ji bo hevdîtinê biçe Îmraliyê wê ji Alîkarê Serokê Meclisa Tirkiyeyê û Parlamenterê DEMê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEMê ya Wanê Pervîn Buldan pêk were.

Îdîa dikin ku îro an sibê bicivin

Li gorî îdiayan wê îro yan jî sibê serdana Îmraliyê pêk were.

Tê payîn ku heyet bi hevdîtina bi Ocalan re çawa têkiliyê deyne û encamên hevdîtinê wê çi bertekê nîşan bide.

 
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.