Koşka Sipî ragihand ku agirbesa Xezayê gelek nêze
PeyamaKurd – Şêwirmendê ewlehiya netewî yê Koşka Sipî Jake Sullivan ragihand ku dibe di vê hefteyê de agirbesa li Xezayê çêbibe, ji bo serbest berdana esîran û alîkariya mirovî bi hêvî ne.
Jake Sullivan, li Koşka Sipî civîna çapemeniyê li dar xist û li ser stratejiya karên derve ya Joe Biden raveyan kir. Sullivan got:
“Em gelek nêzî lihevkirinê ne. Dibe vê hefteyê bi dawî bibe. Ev ne soze û ne texmîna tekeze. Ji bo bibe, em bi zêde xebatê dikin.”
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.