Wezîrê hikûmeta veguhêz a Sûriyê serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Hikûmeta nû ya Sûriyê Esed Şîbanî sibe 15ê Çileyê serdana Tirkiyê dike.
Wezîrê hikûmeta veguhêz Esed Şîbanî li ser hesabê xwe yê platforma medya civakî Xê ragihand, sibe serdana Tirkiyê dike û got, di nava 14 salên borî de Tirkiyê xelkê Sûriyê bi tenê nehêştiye.
Serdana Şîbanî piştî serdanên wî yên Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat û Urdinê tê.
Hêjayî gotinê ye, Şîbanî perwerdeya xwe ya bilind li Tirkiyê wergirtiye û xwedî danûstandinên nêzîk e bi Enqereyê re. Piştî hilweşîna rejîma Esed, rayedarên Tirkiyê amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina alîkariya hikûmeta Sûriyê nîşan dabûn.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.