Partiya DEMê bersiva banga Bahçelî da

Partiya DEMê bersiva banga Bahçelî da

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan, der barê banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya ji bo hevdîtina duyemîn de got, “Divê deriyê Îmraliyê ji bo bangawaziyê were vekirin.”

Bahçelî di civîna koma partiya xwe de gotibû, “Di civîna duyemîn a di navbera DEM û Îmraliyê de, bêyî ku şert û merc bên danîn, divê bê ragihandin ku teror bi dawî bûye.”

Bakirhan der barê banga Bahçelî de ev nirxandin kir:

Bakirhan got, “Tiştê ku Bahçelî gotiye girîng e. Pirsgirêk bi paşguhkirinê nayên çareserkirin. Pirsgirêkên Tirkiyeyê yên weke pirsgirêka Kurd, ya demokratîkbûna Tirkiyeyê hene. Ez dibêjim ev bi paşguhkirinê nayên çareserkirin. Em nizanin. Ji Îmraliyê wê bangeke çawa bê.”

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.