Amerîka planekî bi qasî 300 milyar dolarî amade dike da ku Rûsyayê neçarî mizakereyê bike

Amerîka planekî bi qasî 300 milyar dolarî amade dike da ku Rûsyayê neçarî mizakereyê bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku welatên Ewropayê li dijî planên Amerîkayê yên ji bo cemidandina 300 milyar dolarên Rûsyayê nerazî ne. 

Li gorî nûçeya CNNê, rêveberiya Joe Biden bi rayedarên ewropî re danûstandinan dike ku van pereyên ku aîdî Banka Navendî ya Rûsyayê ne, derbasî hesabekî nû bikin.

Piraniya pereyên ku di nav girsê de ne li bankên li Ewropayê ne, û hin jî li Amerîkayê ne. Ev pere piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê sibata 2022yan de li dijî Ûjraynayê şer îlan kir, hat cemidandin.

Tê diyarkirin ku rêveberiya Biden ji bo vê planê bi ekîba Donald Trump re bi kordînasyon tevdigere. 

Tê diyarkirin ku bi şertê ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de peymana aştiyê pêk were ev pere dikare li Rûsiyayê bê vegerandin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.