Bahçelî: Divê di hevdîtina duyem a DEM Partî û Ocalan de banga çekdanînê li PKKyê bê kirin

Bahçelî: Divê di hevdîtina duyem a DEM Partî û Ocalan de banga çekdanînê li PKKyê bê kirin

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê MHPyê û destpêşxerê proseya nû Dewlet Bahçelî ragihand ku ew serdanên şanda DEM Partiyê baş dibînin û li bendê ne di serdana Îmraliyê de Ocalan a vê carê banga çekberdanê li PKKyê bike. 

Bahçelî îro di civîna partiya xwe de got: “Em serdanên Şanda DEM Partiyê erênî dibînin. Nêzîkatiyên rêzdarî cihê dilxweşiyê ne. Her kesek ku piştevaniya armanca Tirkiyeya bêteror bike, em giring dibînin. Ji bo rêxistina terorê dawî hatiye û êdî nikare xwe bisipêrîne tu aliyekî.”

Herwiha got: “Di hevdîtina duyem ya Şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê de, divê banga dawîbûna terorê beyî ku tu mercî were pêşxistin, were kirin. PKK yan divê çekên xwe binax bike, yan tevî çekan xwe radestî bikin, yan jî dawiya wan nebaş e. Bi terorê re bazarî û danûstandin nabe.”

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.