Şewata Los Angelesê di roja 8emîn de berdewam dike
PeyamaKurd – Şewata daristanan a ku li Los Angelesa eyaleta Kalîforniyayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zirareke mezin da, di roja 8emîn da dewam dike. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji ber şewata ku herî kêm 24 kes mirin, bi hezaran avahî hilweşiyane.
Şewata Sunsetê ku şeva (08.01.2025) li Girên Hollywoodê dest pê kir, li zêdetirî 40 donimî belav bû. Li rojhilat, şewata Eaton zêdetirî 10 hezar donim li çiyayên San Gabriel li bakurê Pasadena şewitî û bi sedan xanî hilweşiyan.
Şewata Hurst a li Geliyê San Fernando berdewam dike ku zêdetirî 800 hektar bandor dike. Şewata Lidia ya li Daristana Neteweyî ya Los Angelesê jî ji sedî 40î di bin kontrolê de ye.
Di têkoşîna li dijî şewatê de destpêkê ji ber xurtbûna bê midaxeleyên helîkopteran kêm bûn. Lê her ku ba kêm bû, agirkuj di vemirandin û sarkirina hin şewatan de pêş ketin û kontrol bi dest xistin. Lê dîsa jî şewatên wêranker nayên kontrolkirin. Li hin herêman ji ber tunebûna çavkaniyên avê nikarin midaxeleya şewatê bikin.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.