YEyê paketa desteka bi 148 Euroyî ji bo Ûkraynayê ragihand

YEyê paketa desteka bi 148 Euroyî ji bo Ûkraynayê ragihand

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê paketa desteka bi miqdarê 148 milyon Euroyî ya mirovî ji bo Ûkraynayê ragihand. Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê bi nivîskî ragihandina xwe kir û tê de got ku li Ûkraynayê 12,7 milyon mirov pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye û paketa navborî ji bo pêdiviyên wan bicîh bînin, dê bidin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku 140 milyon Euro ji Ûkraynayê û 8 milyon Euro jî ji bo alîkariyên mirovî yên Maldovayê ye.

Bi vî pereyi re, ji dema şerê Rûsya-Ûkrayna destpêkiriye heya niha, YEyê 1,1 milyar Euro daye Ûkraynayê.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.