Tirkiye û 10 welatên Ereb daxuyaniyek hevbeş li ser Sûriyê belav kirin

PeyamaKurd - Tirkiye û 10 welatên Ereb piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê daxuyaniyek hevbeş weşandin û tê de gotin, "Em piştgirîya ewlehî, yekîtî, aramî û serweriya Sûriyê dikin û her destwerdana derve di karûbarên navxweyî yên wê de red dikin."
Tirkiye, Urdun, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Behrêyn, Erebistana Siûdî, Iraq, Oman, Qeter, Kuweyt, Lubnan û Misir piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê daxuyaniyek hevbeş weşandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em piştgirîya ewlehî, yekîtî, aramî û serweriya Sûriyê dikin û her destwerdana derve di karûbarên navxweyî yên wê de red dikin."
Di daxuyaniyê de êrîşên dubare yên Îsraîlê yên li ser Sûriyê şermezar kirin û tekez kirin ku êrîşên Îsraîlê binpêkirinek eşkere ya qanûna navneteweyî ne û hewldanên ji bo avakirina Sûriyeyek nû têk dibin.
Di daxuyaniyê de peymana agirbestê ya ku doh li Siwêdayê, Sûriyê pêk hat, hat pêşwazîkirin û tekez kir ku divê ew bi awayekî were bicîhanîn ku sivîlan biparêze û serweriya dewlet û qanûnê misoger bike.
Di daxuyaniyê de soza Serokê Sûriyê Ehmed Şera ya ji bo hesabpirsîna hemû kesên ku ji ber binpêkirinên li dijî welatiyên Sûriyê li Siwêdayê berpirsiyar in, hat pêşwazîkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo misogerkirina ewlehî, dewlet û serweriya qanûnê li Siwêda û li seranserê axa Sûriyeyê, û hewldanên tundûtûjî, mezhebperestî, nakokî û teşwîqkirinê red dikin."
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin: "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê de piştgiriyê bide hikûmeta Sûriyeyê û ji Konseya Ewlekariyê jî daxwaz dikin ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bigire ser xwe da ku vekişîna tevahî ya Îsraîlê ji axên Sûriyeyê yên dagirkirî misoger bike."





