Zelenskiy, nama lêborînê ji Trump re şand

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy piştî munaqeşeya li Koşka Sipî ya bi Trump re, name bo Trump şand û lêborînê xwest. Ragihandin ji aliyê nûnerê taybet yê Trump ku yê Rojhilata Navîne, ji aliyê Steve Witkoff de hat kirin. Witkoff got:
“Zelenskiy, ji serok Trump re nameyekî şand û ji bo bûyera li ofîsa Oval de qewimîbû, ji Trump lêborîna xwe xwest. Name pêngavekî girînge. Di mijarê de Ûkrayna, DYA û rayedarên Ewrûpayê hevdîtinên zêde dikin.”
Trump jî, di kongrê de, di axaftina xwe de got ku ji Zelenskiy nameyekî sitendiye û vê pêngava han ji bo sererastkirina têkiliyên nav welatan girînge û teqdîr dike.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.




