Mesrûr Barzanî: Hebûna PKKê ne di berjewendiya Kurdistanê û herêmê de ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi kanala Hedesê ya Erebî re hevpeyvîn kir û li ser gelek mijaran, bi taybet jî pirsgirêkên ligel Bexdayê daxuyanîyên girîng dan.
‘Niyeta Bexdayê hebe çareserî hêsan e’
Mesrûr Barzanî, destnîşan kir ku eger niyetek ji aliyê Bexdayê ve hebe, Herêma Kurdistanê amade ye û çareserkirina pirsgirêkan hêsan e.
Barzanî da zanîn, ti aliyekî siyasî nikare çawaniya pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar bike.
Mesrûr Barzanî: Hebûna PKKê ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê û deverê de ye
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqê rewşa Şingalê û vegerîna koçberan ji bo warê xwe de diyar kir, “Me lihevkirina Şingalê bi Hikûmeta Iraqê re îmze kir, lê nehatiye bicihanîn û mana PKKê jî li hember avedankirina Şingalê û vegera awareyan ji bo warê wan bûye rêgir.”
Mesrûr Barzanî bal kişand ser, “PKK li wan deverên belav dibin ên ku çi peywendî bi wê ajanndayê re nîne ku bangeşeyê jê re dikin, lewma jî hebûna PKKê ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê û deverê de ye.”
Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im serdana Pizîşkiyan destpêkek be ji bo pêşxistina peywendiyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê de ron dike, “Serdana Serokê Îranê rûdaneke giring bû û ez hêvîdar im bibe destpêkeke baş ji bo pêşxistina peywendiyan.”
Mesrûr Barzanî herwesa dibêje, “Li ser wan êrîşên moşekî yên ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin ron bû, ku çi bingehên Israîlê li Herêma Kurdistanê nînin, lewma jî êrîşa Îranê bo ser Herêma Kurdistanê nedadperwerane bû, tometên wê jî nerewa ne. Me daxwaz ji Îranê jî kiriye ku wan tometan bi belge biselimîne, lê heta niha çi belgeyek li ser wan tometan pêşkêş nekiriye.
Mesrûr Barzanî: Hin kes hene bawerîya wan bi federalîzmê nîne
Mesrûr Barzanî: Arîşeya me bi Bexdayê re gelek ji wê yekê mezintir e ku tenê di mûçe û petrolê de bê kurtkirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û mafê pêkhateyan got: “Biryara Dadgeha Federalî ji bo hilweşandina kursiyên pêkhateyan çi peywendiyek bi destûrî ve nîne, lê hin kes hene wesa difikirin ku divê desthilatdarî navendî ve û bawerî bi federalîzmê nîne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî dike, “Îraq welatekî pirpêkhate ye û divê bi hevpariya rastîn bê birêvebirin, herwesa Kurd tevlî nivîsîna destûrî bûne û pabendî bicihanîna wê ne, lê ji bilî Kurdan pêkhateyên din jî hene û li wê bawerê ne ku destûrî hemî mafên wan misoger nekirine, lewma jî destûr çareya arêşeyan vedigire û nabe alîgirî di berjewendiya aliyekî de li dijî aliyekî din tê de bê kirin.”
‘Rawestandina petrolê 19 milyar dolar zirar gihandiye Iraqê’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa duberekiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de got, “Tevî ku rawestandina petrola Herêma Kurdistanê zêdetirî 19 milyar dolaran zirar gehandiye aborÎ û dahata giştî ya Îraqê, lê arÎşeya me bi Bexdayê re gelek ji hindê mezintir e ku tenê di mûçe û petrolê de bê kurtkirin.”
‘Yên me bi qaçaxçîtiyê tohmetbar dikin bila belgeyên rastîn eşkere bikin’
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, “Ên ku Herêma Kurdistanê bi qaçaxçîtiya petrolê tometbar dikin, bila belgeyên rastîn berçav bikin.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir, “Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê niha li serdema Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşveçûneke baş dîtiye, lewma jî eger niyeta çarekirinê ji aliyê Bexdayê ve hebe, Herêma Kurdistanê amade ye ç çareserî jî hêsan e, ji ber ku çi aliyekî siyasî nikare çawaniya peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê diyar bike."
Ev nivîs 18721 car hatiye xwendin.