20ê Çile ji bo hilbijartina ‘Dersa Kurdî’ roja dawî ye

20ê Çile ji bo hilbijartina ‘Dersa Kurdî’ roja dawî ye

PeyamaKurd – Kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî (kurmancî-zazakî) li dibistanên Tirkiye û bajarê Bakurê Kurdistanê berdewam dike.

Xwebexşên zimanê Kurdî bi pêşengiya Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD), sazî û komeleyên civakî bangewaziyê li dê û bavên zarokên Kurd dikin, li dibistanan ji dersên bijarte, dersa Kurdî hilbijêrin.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve biryar daye ku di çarçoveya Ziman û Zaravayên Zindî de, zimanê Kurdî jî wek dersa bijarte ji bo polên 5,6,7,8 li dibistanan bê xwendin.

Xwendekarên dibistanan ji bo sala perwerdehiyê ya 2023-2024an heta 20ê Çileyê dikarin dersa Kurdî hilbijêrin û dibistanên xwe ji tercîhên dersa hilbijartî agahdar bikin.

Derbarê mijarê de, Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê jî li ser xalên ku pêwîste xwendekar û malbatên wan jê agahdar bin peyameke alîkariya hilbijartina dersa bijarte belav kir.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê ji bo tiştên bo dersa bijarte bên kirin diyar kiriye; “Bi forma ku ji aliyê rêveberiya dibistanan ve hatiye dayîn di Beşa Zimanên Zindî de dersên Kurmancî û Zazakî dê were hilbijartin.

Eger form ji aliyê rêveberiya dibistanê ve nehatibe dayîn dê form bê xwestin û eger di formê de Zimanê Zindî û Kurmancî tune be dê bi destan bê nivîsandin.

Form dê bo dibistanê were radestkirin.

Roja dawî:

20ê Çile roja dawîn e û divê heta vê demê ders bêne hilbijartin.”

Ev nivîs 210707 car hatiye xwendin.