Di konserê de kesekî mir û 9 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Amerîka li New Yorkê konserekî hat lidarxistin ku tê de hunermendên bi navên GloRilla û Finesse2tymes hebûn zêde qelebalix çêbû û di wexta îzdîhamê de kesekî mir û 9 kes birîndar bûn. Konser li ciyê bi navê Main Street Armory çêbû. Rêvebirê polîsê Rochester David Smith ragihand ku hêj sedema îzdîhamê nizanin û weha got:
“ Hinek rapor hene ku dibêjin sedema îzdîhamê ji ber dengê sîlihan hatiye û xelk ketiye nav panîkê. Lê me ti delîl nedît. Delîl tine ku sîlih hatiye berdane, kesekî birîndar bûbe an kêr li kesekî ketibe. Ji birîndaran jinekî li nexweşxanê mir û rewşa 2 jinên din xedare.”
Ev nivîs 210731 car hatiye xwendin.