Di perestgeha 2 hezar sal berê de serê 2 hezar beranan hatin dîtin

Di perestgeha 2 hezar sal berê de serê 2 hezar beranan hatin dîtin

PeyamaKurd - Li Misirê di nav Perestgeha Ramsesê 2yem ê Firewn de ku li bajarê Abîdosê ye, 2 hezar serê beranan ên mûmyakirî û perestgeheke mezin hatin dîtin.

Wezareta Turîzm û Berhemên Dîrokî ya Misirê ragihand, di xebatên vedanê de zêdetirî 2 hezar serên beranan ên mûmyakirî hatin dîtin ku dîroka wan digihr serdema Xanedana Batlamyûs (Berî Mîladê 332-30).

Serokê tîma arkeolojiyê ya Amerîkayê Samih Îskender got, serê evqad beranan ên mûmyakirî, wan herdu îhtimalên "an wekî boraq hatine serjêkirin, an jî Ramsesê 2yem, di hezar salên piştî mirina xwe de hatiye teqdîskirin" tîne bîra mirov.

Bi vê keşfê re li perestgehê avahiyeke gewre ya xwedî mîmariyeke bêhempa a ji serdema Xanedana Şeşem (Berî Mîladê 2345-1821) û hin beşên dîwarê perestgehê jî hatin dîtin.

Ev nivîs 210714 car hatiye xwendin.