Erdhejê li ser 30 beşên Sûrên Diyarbekirê xisar çêkiriye

Erdhejê li ser 30 beşên Sûrên Diyarbekirê xisar çêkiriye

PeyamaKurd – Komeleya Parastina Çand û Heyiyên Xwezayî, li ser xisara ser Sûrên Diyarbekirê ya erdhejên Mereşê yên ku 6ê Sibatê bi pileyên 7,7-7,6 rû dan, raporek amade kir.

Li gorî rapora ku di xebat û lêkolînên navbera 9-11ê Sibatê de, hatiye amadekirin, li 30 beşên Sûrên Diyarbekirê ku di nav mîrateyên cîhanê yên UNESCO de ne û dîroka wan digehe 5 hezar salan, xisar çêbûye.

Di rapora ku çavdêrî li ser bircên Diyarbekirê hatiye kirin de, tê diyarkirin ku li ser 30 cihan derz, şikestin, ketina keviran û vebûna qelşan çêbûye û xeteriya ketina kevirên bircan derketiye holê.

Li gorî raporê li ser Birca Bizinê (Keçi Burcu), kendalên Qeleya Navîn, Minareya Çarling, Minareya Mizgefta Safa û Mizgefta Behrem Paşa xisarên curbecur ên erdhejê hatine tespîtkirin.

Ev nivîs 210727 car hatiye xwendin.