Hunermendê Netewî Erdewan Zaxoyî 37 sal berê wek îro hat windakirin

Hunermendê Netewî Erdewan Zaxoyî 37 sal berê wek îro hat windakirin

PeyamaKurd – Bi ser windakirin û revandina stranbêjê kurd Erdewan Zaxoyî de 37 sal derbas bûn.

Hunermendê kurd Erdewan Zaxoyî ji ber helwesta xwe ya neteweyî 29ê Çileyê sala 1986an ji aliyê rejîma Beas a Sedam ve hate revandin û heta niha jî ti agahî ji çarenivîsa wî nîn in.

Di 24 saliya xwe de bû dengê şoreşa gelê kurd û bi dehan stran ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gotin.

Erdewan Zaxoyî sala 1957an li Zaxoyê ji dayîk bûye û li bajarê Zaxoyê zewicî ye

Zaxoyî sala 1978an strana xwe ya yekem tomar kir û di heman salê de kaseta xwe ya yekem derxist.

Erdewan Zaxoyî zêdetir ji 300 stranên cuda tomar kirine, di dema ku di nav Hêzên Pêşmerge de bû, stranek bi navê (Çûm Çiya, Çiya Bilindin Cana Min) derxist.

Ev nivîs 210714 car hatiye xwendin.