Hunermend Ariç derbarê zimanê Kurdî de, bersiva Babacan da: Bi projeyan werin!..
PeyamaKurd – Hunermendê Kurd Nîzamettîn Ariç li ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Geşepêdanê (DEVA) Alî Babacan ku gotibû, ‘Em ê hemû astengên li pêşiya zimanê dayikê rakin’ da.
Arinç li ser rûpela xwe ya Facebookê wekî bersiva gotinên Babacan peyamek belav kir û tê de bal kişand, asîmilasyona ziman, çand, sembol, muzîk û dîroka Kurd ku wekî malê Tirk hatine tomarkirin û got, "Ev gotinên we xweş in, lê hinekî din wêrek bin.”
Arinç di dawiya peyama xwe de jî got: “Pêwîste mafê perdehiya bi zimanê dayikê madeyeke girîng a bernameya her partiyeke siyasî be. Ev ne xêrek e, mafê mirovbûnê ye. Dewleta we ev maf her tim ji kurdan dûr kir. Hûn jî dizanin siyaset bi niyeta baş nabe. Rêzê li niyeta te ya baş digirim, lê bi proje û gavên berbiçav werin, em rêyên ji hev cuda bûne bigihînin hev.”
Ev nivîs 210710 car hatiye xwendin.