Hunermend Burhan Çeçen koça dawî kir
PeyamaKurd – Hunermend Burhan Çeçen di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Çeçen serê sibê dema li nêzî mala xwe meşa xwe kir û dageriya malê krîza dilî derbas kir. Çeçen 62 salî bû. Burhan Çeçen hunera xwe ya kilamên gelêrî bi Tirkî û vê dawiyê bi Kurmancî jî dikir.
Burhan Çeçen xelkê Agiriyê ji navça Elekgirdê ye. Di ezmûna sala 1978an de ku radyo ya Erzeromê çêkiribû ezmûnê qezenc kiribû û paşî li Ankara û Îstenbolê bicîh bû bû. Her weha 4 fîlmên wî yên sînemayê jî heye. Zewicandî û 2 zarokên wî hene.
Ev nivîs 210734 car hatiye xwendin.