Kurdistan | Amerîkayê ji bo nûjenkirina sînegoga dîrokî 500 hezar dolar terxan kir

Kurdistan | Amerîkayê ji bo nûjenkirina sînegoga dîrokî 500 hezar dolar terxan kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Konsulxaneya Amerîkayê ya Herêma Kurdistanê, ji bo nûjenkirina sînegogeke li qezaya Akrê Duhokê 500 hezar dolaran wê xerc bike.

Rêveberê şûnwar û kelepor a parêzgeha Duhokê Dr. Bêkes Birîfkanî ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin ku li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê gelek şûnwarên dîrokî yên girîng hene û ew şûnwarên Herêma Kurdistanê ji bo rêxistinên biyanî jî girîng in.

Birîfkanî daye zanîn, “Ji ber ku hemû şûnwarên dîrokî xwedî kevnariyeke girîng in. Di heyama borî de jî gelek projeyên cuda ji aliyê rêxistinên biyanî ve kar li ser hate kirin û niha kar ji bo nûjenkirina kenîşteyek ango sînegogeke li qeza Akrê tê kirin, ku budceya wê ji aliyê konsulxaneya Amerîkayê ve tê dayîn û dê bê nûjenkirin.”

Hat diyarkirin ku projeya nûjenkirina sînegoga Hizqyal a li gundê Şûş a qezaya Akrê, projeyeke hevbeş a di navbera rêveberiya şûnwar û kelepora parêzgeha Duhok û Akrê de ye ku ligel rêxistina ARCH a Amerîka û GAME ART a Çekî hatiye îmze kirin. Budçeya nûjenkirinê 500 hezar dolare û ji aliyê konsulxaneya Amerîkayê ve hatiye dabîn kirin.

Ev nivîs 210709 car hatiye xwendin.