Li Misrê mûmya 4 hezar û 300 salî dîtin

Li Misrê mûmya 4 hezar û 300 salî dîtin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina BBC yê; li welatê Misrê li devera ciyê ku gorên qralên Misrê ya bi navê Sakkara yê, di xebatên bin erdê (arkeolojik) de, mûmya ku ji dewra Xanedaniya Fîrewn de maye hatiye dîtin û bi mûmyayê re 9 heb peyker û hinek eşyayên bi qiymet jî hebûne. Mûmya ku avzêrkiriye temenê wê tam 4 hezar û 300 sale. Arkeologê Misrî yê bi navê Zahi Hawas ku hem wezîrê berhemên berê ye, weha ragihandiye:

“Mûmya yê zilamekiye. Navê wî Heka Şibs e. Ev tabût 4300 sale û qet venebûye. Ev mûmya eger em yên qraliyetê ji nav wan derxin, mûmya herî kevne ku me dîtiye. Peyker ji kevirê kîrecê hatine çêkirin. Ji ber nehatine nexşandin, me nasnekir bê yên kî ne.

Berhemên ku me dîne yên dewra xanedaniya 5 em ya Fîrewn (B.Z.2487-B.Z.2449) û yên dewra 6em xanedaniya Fîrewn (B.Z.2345- B.Z.1821) in.

Me mûmyayê li başûrê Qahîre di nekropola Sakkarayê de di bin sitûnekî 15 mt. reyî de dît. Me li deverê 5 gorên din jî dît. Di nav goran de gelek eşya, kasik û qafikan jî dît.”

Ev nivîs 210707 car hatiye xwendin.