Navê Xumeynî ji Parîsê bi temamî hat rakirin: Berhemeke piştevaniya jinên îranî tê çêkirin!
PeyamaKurd – Şaredariya bajaroka Noufel Loshato ya Parîsê nav û wêneyê Xumeynî ku li ser avahiyeke bajarokê hebû bi temamî rakir û reş kir.
Medya Fransî ragihand ku wê li şûna nav û wêneyê Xumeynî berhemek hunerî ji bo piştevanîkirina şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ya xelkê Îranê bê çêkirin.
Rojnameya Liberation daye xuyakirin, Bajarvaniya Parîsê navê Xumeynî bi sedema “binpêkirina mafên mirovan” wêneyê wî yê li ser avahiya bîranîna Xumeynî reş kir.
Şaredariya Noufel Loshato diyar kiriye: “Êdî naxwazin navê Xumeynî digel navê Noufel Loshatoyê bê anîn, Xumeynî bi şansî hate wir û em dixwazin wê dîrokê ji bo hertimî ji bîr bikin”.
Hêjayî gotinê ye, Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Xumeynî di sala 1978an de, 4 mehan li bajaroka Noufel Loshato maye ku ew bîranîn jî ji wir tê.
Şaredariya Parîsê jî li ser mijarê ragihandiye, bîranîna Xumeynî tê wateya methkirina cinayetên rejîma Îranê û binpêkirina mafên mirovan û pêşwazî li biryarê hate kirin.
Ev nivîs 210737 car hatiye xwendin.