NY: Li Etiyopyayê ji ber şer û kêşûhewayê 3.4 milyon zarok nikarin herin dibistanê
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî beşa UNOCHA yê ragihand ku li Etiyopyayê 3,4 milyon zarok ku 1,7 milyonên wan keçin, bi sedema şer û kêşûhewayê nikarin herin dibistanên xwe. UNOCHA got ku tenê li bakûrê Etiypyayê li herêma Tigrayê 2.270 dibistan hatinbe girtin û li herêmê 2,3 milyon zarok nikarin herin dibistanên xwe.
Herêma Tigrayê bi sedema şerê navbera hêzên hukumetê û Eniya Rizgariya Gel ya Tigrayê (TPLF) 2 sale şer heye, zerara zêde dîtiye. Şerê navbera wan bû sedema ku bi deh hazarî mirov mirin û bi mîlyonan kes ji ser axa xwe rabûn.
Neteweyên Yekgirtî ji bo karibe dibistanên wê derê ji nûh de ava bike an yên xesar dîtine tamîr bike, pêdiviya wan bi destekê heye lê heya niha nikaribûn miqdarê pêdiviya xwe bicivînin.
Ev nivîs 210718 car hatiye xwendin.