Welatên NYê, li ser parastina cihêrengiya biyolojîk li hev kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, piştî hevdîtinên bi salan ên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo parastina cihêrengiya biyolojîk a li deryayên vekirî, lihevkirinek çêbû.
Hat diyarkirin ku rêkeftin di encama dan û stendinên bênavber ên nêzîkî 40 demjimêran de di heyama 2 rojên borî de li avahiya Netewên Yekbûyî, piştî 5emîn Civîna Konferansa Navdewletî ku ev du hefte ye li New Yorkê tê lidarxistin, pêk hat.
Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku peymana ku ev nêzî 20 sal in di bin lêkolînê de ye, armanc dike ku cihêrengiya biyolojîk ji derveyî hiqûqa deryayî ya neteweyî ya welatan biparêze. Li vê qada ku bi qasî ji 3yan 2 parên deryayan digire nav xwe, mijarên wekî guherîna avhewayê, masîgiriya zêde û trafîka keştiyan bandoreke neyînî li cihêrengiya biyolojîk dike.
Hat zanîn ku peyman dê li van deveran li ser çalakiyên masîgiriyê sînordar bike, dê li ser kanên deryayî, rêyên veguhestina deryayî û xebatên lêgerînê jî sînordar bike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di derbarê peymana ku di çarçoveya têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de gaveke girîng tê dîtin wiha got, "Ez hemû aliyan pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku rojên ku em ê ji bo ewletir û saxlemtir xebatên hevpar bidomînin.”
Tê payîn ku peyman bi fermî li Neteweyên Yekbûyî were qebûlkirin. Piştî wê, welatên NYê dê biryarê bidin ka dê bibin alîgirê peymana ku dê ji bo destnîşanê were vekirin.
Ev nivîs 210707 car hatiye xwendin.