Xesar negihaye Muze ya Zaugmayê ya li bajarê Entabê

Xesar negihaye Muze ya Zaugmayê ya li bajarê Entabê

PeyamaKurd – Piştî rûdana erdheja ku navenda wê bajarê Maraşê bû û li 11 bajaran bû sedema mirina bi hezaran kesan û roxandina xaniyan, Muze ya Mozaîkan ya Zaûgmayê ji erdhejê ti xesar nedît. Muze di Tirkiyê û Kurdistanê de yekem muzeya mezine û di nav yên dinyayê de li pêş tê jimartin. Rêvebirê muzeyê yê bajarê Entabê Özgür Çomak ji bo çapemeniyê weha ragihandiye:

“Piştî her 2 erdhejên mezin di ti berhemekî me de di stûnan de xesar tine. Di roja destnîşankiriî de em ê derê xwe ji ziyaretvanan re vekin.”

Piraniya berhemên di muzê de ew berhemin ku di kolandinên bi axê de ji seha Zaugmayê hatine derxistin û di nav wan de berhemên xerabeyên Textê Belqisê hene ku ji ber peravên Çemê Firatê derxistine.

Ev nivîs 210709 car hatiye xwendin.