Ûrmiye | Rejîma Îranê, cezayê îdamê li kurdekî birî

Ûrmiye | Rejîma Îranê, cezayê îdamê li kurdekî birî

PeyamaKurd – Mihrab Ebdullazade kurdê ji Ûrmiyeyê ku di dema Tevgera Jinên Azadîxwaz de hatibû girtin, bi tometa “xiyanetê” ji aliyê dezgeha dadweriyê ya Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve, mehkûmî îdamê hatiye kirin.

Li gor nûçeyeke ku gihîştiye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, ciwanê kurd ê Ûrmiyeyê Mihrab Ebdullazade (26), bi tometa “xiyanetê” ji aliyê Şaxê 1em ê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Ûrmiyeyê ve mehkûmî îdamê hatiye kirin ku di dema Tevgera Jinên Azadîxwaz de, îlona 2022yan de hatiye girtin.

Mihrab Ebdullazade bi tometa kuştina endamekî Besîciyê di dawiya meha hezîrana îsal de ji aliyê Şaxê 2yemîn ê dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê ve bi fermî hatiye mehkûmkirin.

Hengaw bi bîr dixe ku Mîhrab Ebdullazade di îlona sala 2022yan de di dema Tevgera Jinên Azadîxwaz de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye revandin û bo girtîgeha asayîşê ya bajarê Ûrmiyeyê ve hatiye veguhestin. Piştî çend mehan îşkence û lêpirsînê, bo girtîgeha navendî ya Ûrmiyeyê hatiye veguhestin.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.