18 saziyên mafê mirov ji bo Miradî û Ezîziyê bang kir
PeyamaKurd – 18 rêxistinên mafên mirov ên li Rojhilatê Kurdistanê daxwaz kir ku cezayê bidarvekirina girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Miradî û Pexşan Ezîziyê were betalkirin ku di Girtîgeha Evînê ya Tehranê de girtî ne.
Ji bo Werîşe Miradî û Pexşan Ezîziyê çalakvanên ji Rojhilatê Kurdistanê yên ku di tebaxa 2023yan de ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve hatibûn binçavkirin, cezayê darvekirinê hatiye dayîn.
18 rêxistinên mafên mirov ên li Rojhilatê Kurdistanê bang li rêveberiya Îranê kir ku çalakgerên kurd serbest berde.
Rêxistinên ku daxuyaniyeke hevbeş belav kir, tekez kirin ku cezayê bidarvekirina girtiyên siyasî yên kurd Werîşe Miradî û Pexşan Ezîziyê ku di girtîgeha Evînê ha Tehranê de girtî ne, binpêkirina eşkere ya prensîbên mafên mirov e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê civaka navdewletî zextê li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê bike û daxwaza betalkirina cezayê bidarvekirinê bi giştî û biryara betalkirina bidarvekirina van 2 girtiyên kurd bi taybetî hat kirin.
Rêxistinan diyar kir ku mafê Ezîzî û Muradiyê yên darizandina adil hatiye binpêkirin, ji mafê parastinê bêpar mane û rastî îşkenceyên giran hatine.
Pexşan Ezîzî di 4ê tebaxa 2023yan de li Tehranê bi hinceta têkiliya wê bi hêzên opozîsyona kurd re heye ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve bi malbata xwe re hate binçavkirin û ew birin Girtîgeha Evînê.
Werîşe Miradî jî di 3yê tebaxa 2023yan de di navbera Merîwan û Sineyl de ji aliyê hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê ve hatibû binçavkirin û bi hincetên bi heman rengî cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.
Rêxistinên mafên mirov pêşniyar dikin ku divê cezayên li dijî Îranê bên zêdekirin û diyar kirin ku zext, îşkence û neheqiya ku li girtiyên siyasî yên weke Ezîzî û Miradiyê tên kirin, li dijî pîvanên navneteweyî ne.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.