3 sal û 5 meh ceza li Şaredarê Wan-Mûksê hat birîn

3 sal û 5 meh ceza li Şaredarê Wan-Mûksê hat birîn

PeyamaKurd – Li Wanê ji bo Şaredara Mûksê Ayvaz Hazir bi îdiaya "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 3 sal û 5 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Ayvaz Hazir ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de ji Partiya DEMê ya Mûksê hatibû hilbijartin, ji ber îfadeya "rêveberiya xweser" di 24ê Kanûna 2015an de dihat darizandin.

Danişîna biryarê ya doza ku 19 kesên din dihatin darizandin li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.

Hazir, ji ber sûcên "li ser navê rêxistina terorê bêyî ku endamê rêxistinê be" û "teşwîqkirina sûcê bi eşkereyî" 3 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Ji 18 kesên din re jî ji 3 sal 5 meh heta 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.