Bi pêşengiya Arîn Mesrûr Barzanî ‘Dezgeha Kurdistan’ hate damezrandin
PeyamaKurd - Bi amadebûn û pêşengiya Arîn Mesrûr Barzanî, Dezgeha Kurdistanê hate ragihandin.
Bi amadebûna Arîn Mesrûr Barzanî, îro 2yê Kanûna 2024an, damezrandina Dezgeha Kurdistanê bi merasîmekê hate ragihandin.
Hate diyarkirin ku Dezgeha Kurdistanê pêşengiyeke nû û cuda ye ji bo piştevanî û pêşxistina şiyanên welatiyên Herêma Kurdistanê bi rêya projeyên cuda û karên cûnî.
Hate ragihandin ku wê Dezgeha Kurdistanê, ji bo komkirina hemû projeyên warê ciwanan, kar, xwebexşî û guhertinên keşûhewayê, perwerde û teknolojiyayê bibe sîwaneke hejmarek pêşengiyên nû di warê pêşxistina civakê de.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.