Bokan | Rejîma Îranê kurdek girt û aqûbeta wî ne diyar e
PeyamaKurd – Hîwa Behîn Kurdê xelkê Bokanê, 5 roj berê ji aliyê hêzên dîsîplînê yên rejîma îslamî Îranê ve hatiye girtin û aqûbeta wî nediyare.
Li gor raporta ku ketiye destê rêxistina Hengaw a Mafê Mirov, piştî 5 rojan girtina kurdê bi navê Hîwa Bahîn (41) xelkê Bokanê ya ji aliyê hêzên dezgeha îstixbaratê ve û tevî şopandina malbata wî, derbarê sedemên girtina wî, tawan, aqûbet û cihê ew lê girtî agahiyên berfireh tunene.
Hîwa Behîn (24.11.2024) piştî gazîkirin û sewqkirin bo Îdareya Îstixbaratê ya Bokanê, ji aliyê vê dezgeha ewlehiyê ve hatiye girtin.
Hengaw dide zanîn ku ew bo yek ji navendên ewlehiyê yên Ûrmiyeyê hatiye veguhestin..
Hengaw bi bîr dixe ku Hîwa Behîn bazirgan bû û bi rêya telefonê bo îdareya ewlehiyê hatibû gazîkirin.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.