Bokan | Rejîma Îranê salek cezayê girtîgehê li kurdekî birî, sedem: beşdariya Newrozê ye!

Bokan | Rejîma Îranê salek cezayê girtîgehê li kurdekî birî, sedem: beşdariya Newrozê ye!

PeyamaKurd – Reşîd Rehîmî, kurdê ji bajarê Bokanê ji ber beşdarbûna li pîrozbahiyên Newroza Kurdî ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê ve, mehkûmî salek cezayê girtîgehê bû.

Nûçeyeke ku gihiştîye Saziya Mafê Mirov a  Hengawê, radigihîne ku Reşîd Rehîmî, kurdê xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê Şaxê 101em a Dadgeha Keyferî ya 2yem a li Bokanê, bi tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê”, mehkûmî salek cezayê girtîgehê bûye.

Jêdereke ku xwe gihandiye Hengawî, gotiye ku ew ceza çend roj berê ji Rehîmî re hatiye ragihandin û divê ew di rojên bê de ji bo vî cezayî xwe radestî Dozgeriya Giştî ya Şoreşê ya Bokanê bike.

9ê Gulana 2024an, leşkerên rejîma Îranê bêyî hebûna belgên hiqûqî bi êşkenceyê Reşîd Rehîmî binçav kirine û piştî bidawîbûna lêpirsînê, bi dayîna barimteyê ew bi awayekî demkî hatiye berdan.

Hengaw tekez dike ku Reşîd Rehîmî tevî 2 kurdên din ên bokanî yê bi navê “Şehram Nanva” û kesekî bi navê “Zahir” ku paşnavê wî nehatiye zanîn; ji ber ku li Rojhilatê Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyên Newroza Kurdî bûne, ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.