Daxuyaniya DEMê li ser "Serlêdana Îmraliyê": Ti bersiv nehatiye dayîn

Daxuyaniya DEMê li ser "Serlêdana Îmraliyê": Ti bersiv nehatiye dayîn

PeyamaKurd – Berdevka Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Ayşegul Dogan got, "Derbarê serlêdana wan a li Wezareta Dadê ya ji bo hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re ti bersiveke erênî û neyînî negirtine."

Berdevka DEMê Dogan nûçeyên ku serlêdana hevserok Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye qebûlkirin derewand.

Berdevka DEMê Ayşegul Dogan li ser hesabê fermî yê Xê parve kir ku heta niha bersiva serlêdana wan a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a li Wezareta Dadê re nehatiye dayîn.

Ayşegul Dogan di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Me di derbarê serlêdanên Hevserokên me yên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ên ji bo hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re ji Wezareta Dadê re şandibûn, ti bersiveke erênî û neyînî negirt. Em careke din destnîşan dikin ku em li benda erêkirina serlêdana xwe ne, da ku ev civîn di zûtirîn demê de pêk were û em radigihînin ku em ê geşedanên di vê mijarê de bi raya giştî re parve bikin."

 
 
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.