Di kuştina Narînê de delîlên nû: Malbat kom bûye

Di kuştina Narînê de delîlên nû: Malbat kom bûye

PeyamaKurd –"Vîdeoya hevdîtina ferdên malbatê" ya derbarê qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ya ku 19 roj piştî wendabûna wê li Diyarbekirê cenazeyê wê hat dîtin, li dosyeya dozê hat zêdekirin.

Apê wê Salim, dayika wê Yuksel û birayê wê yê mezin Enes Guran û cîranên wan ên ji ber qetilkirina Narîn Guran ku cenazeyê wê piştî 19 rojan di nav çem de, di çenteyekî de û bi kevir û beran pêçandî hat dîtin, bi cezayê muebbetê yên giran tên darizandin.

Dîmenên hevdîtina ku bi beşdariya hin endamên malbatê li baxçeyê mala apê wê Erhan Guran a li Taxa Tavşantepeyê pêk hat, rojek beriya 8ê Îlonê dema cenazeyê Narîn Guran hat dîtin, gihişt ber destê Baroya Diyarbekirê.

"Vîdeoya hevdîtina ferdên malbatê" ya ku di saet 19.38-19.41an de ji aliyê kameraya ewlehiyê ve hatiye kişandin ji aliyê Baroyê ve pêşkêşî 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hat kirin. Dîmenên ji aliyê heyeta dadgehê ve hatin temaşekirin li dosyeya dozê hatin zêdekirin.

Hate hînbûn ku dadgeh wê vîdeoya ku sohbetên Tirkî û Kurdî tê de hene ji bo ji aliyê pisporan ve bê deşîfrekirin ji Midûriyeta Laboratuwariya Polîsên Krîmînal a Herêma Diyarbekirê re bişîne.

Li gorî nûçeya NTVyê, tê fêhmkirin ku di hevdîtina navborî de zarokek 15 salî ji aliyê endamên malbatê ve hatiye dorpêçkirin û hinek jêpirsîn hatiye kirin. Di dawiya vîdeoyê de zarok bi zorê ji cihê xwe tê rakirin û ji wir tê derxistin. Di axaftinên wan yên bi Kurdî de tê gotin ku dixwazin bi zarok tiştekî bidin qebûlkirin û soza parastina wî didin.

Hate hînbûn ku di axaftinên Kurdî de bi gotina "Heke hûn bêdeng bimînin em ê we biparêzin. Ger bixwazin hûn ê bibêjin nizanim, min nedît" gef hatiye xwarin. Li gorî axaftinan ji bo Enes Guran ê girtî jî hin pirs hene.

 
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.