Di qezayan de 66 kes mirin, 7388 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 7 rojên bêhnvedana Cejna Remezanê de 62 kes di bûyerên trafîkê mirin, 7 hezar û 388 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand, ji roja şemiya borî û heta niha bi hezaran qezayên trafîkê çêbûne ku li gorî amarên dawî, heta niha 62 kesan jiyana xwe ji dest daye û 7 hezar û 388 kes jî birîndar bûne.
Herwiha rojek berê jî 580 bûyerên trafîkê rû dabûn ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 855 kes jî birîndar bûbûn.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




