Li Kampa Roj 6 hevkarên DAIŞê hatin girtin

Li Kampa Roj 6 hevkarên DAIŞê hatin girtin

PeyamaKurd – Di çarçoveya Operasyona Lêgerînê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê de, roja Şemiyê 5ê Nîsanê li Kampa Roj 6 kesên hevkarî bi çekdarên DAIŞê re dikirin, hatin girtin.

Hate diyarkirin ku di roja duyem a operasyonê de li kampê lêgerîn hate kirin û di encamê de, hin alav, cihên perwerdekirina zarokan li ser ramanên tundrew û hin belge hatin desteserkirin.

Kampa Roj 10 km dikeve rojavayê bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê. Li kampê 783 malbatên çekdarên DAIŞê hene, ji wan 28 malbatên Iraqî û 15 malbatên Sûriyeyî ne, yên mayî jî biyanî ne.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.