Piştîwan Sadiq: Berpirsên Bexdayê pabendî destûrî nebûn

Piştîwan Sadiq: Berpirsên Bexdayê pabendî destûrî nebûn

PeyamaKurd - Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Piştîwan Sadiq got, “Ew bingeha Iraqa nû li ser hatiye damezrandin, nehatiye bicihanîn û berpirsyarên Bexdayê pabendî destûrê nebûne.”

Bi amadebûna hejmareke berpirsên hikûmetê û PDKê, îro Yekşemê 6ê Nîsanê li nehiyeya Dîbegeyê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê, di merasîmekê de perde li ser monomenta şehîdên karesata Nîsana 2003yan hat rakirin. Fermande Wecîh Barzanî di wê rojê de ji ber bombebarankirineke şaş a balafirên şer ên hevpeymanan bi giranî birîndar bû û 17 Pêşmergeyên din jî şehîd bûbûn.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Piştîwan Sadiq di gotara xwe merasîmê de ragihand, “Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan rolekî girîng di azadkirina Iraqê û nivîsîna destûrê de dîtin, lê ew bingeha Iraqa nû li ser hatiye avakirin nehatiye bicihanîn û berpirsyarên Bexdayê pabendî destûrî nebûne.”

Sadiq tekez kir, “Rûdanên 6ê Nîsanê eşkere kir ku, Serok Barzanî û kesên nêzî wî li Kurdistanê herdem li rêza pêşiyê ya bergiriyê bûn, ji bo vê yekê jî qurbanî dane.”

Sadiq da zanîn, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê karên gelek mezin kirine û asoya paşeroja xelkê Kurdistanê ronî ye.”

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.